LÛZERN – Salvegera yekemîn guleya Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) di 15’ê Tebaxa 1984’an de ku weke destpêka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tê qebûlkirin îro li Luzernê hat pîrozkirin.
Li Nationalquai ku danê sibehê Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê lê dijîn, di şexsê fermandar Egîd de ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê 1 deqîqe rêz hate girtin.
Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr û Dîlan Çetînkaya kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn silav kirin û wiha axivîn;
Ozdemîr anî ziman ku guleya yekemîn a di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji aliyê fermandar Egîd ve li dijî pergala mêtingeriyê ya ku hebûna gelê Kurd ji nedîtî ve hat avêtin, tirseke mezin di nava dewleta Tirk de çêkir, Dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan derbeke mezin xwar. Ji dema guleya yekem hatiye avêtin, gelê Kurd û gerîlayên wan li çeperên berxwedanê berxwedana xwe didomînin.”
Piştî Ozdemîr, Dîlan Çetînkaya jî cejna vejînê ya Rêber Apo, gerîla û malbatên şehîdan pîroz kir.
Metna bi Elmanî ya têkildarî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ji aliyê Ozen Ayraç ve hate xwendin û beriya pîrozbahiyê endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Şukran Sincar got ku guleya ku Fermandar Egîd avetiye li dijî metîngehkirina Kurdistanê ye.
Dincar, da zanîn ku ev têkoşîna ku bi berxwedana Bêrîtan, Zîlan û Ronahîyan xurtir bûye îro bi mîlyonan mirovan dikişîne.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever ê ku beşdarî pîrozbahiyê bû, bi bîr xist ku Kurdistana ku beriya 101 salan ji parvekirina desthilatdariyê ya dewletên emperyalîst re hat kirin, bû 4 parçe. Engîn Sever, diyar kir ku bi Peymana Lozanê re dixwazin gelê Kurd mehkûmî înkar û tinekirinê bê kirin û got, “Gelê Kurd bi guleya 15’ê Tebaxê hebûna xwe nîşan da.”
Sever diyar kir ku dewletên emperyalîst ji bo ku li hemberî gelê Kurd fermana înkar, îmha û qirkirinê bidomînin, gelê Kurd niha di nava şert û mercên dijwar de li ber xwe dide.
“Bila her kes ji vir bibîne ku gelê Kurd niha çiqasî bi hêz e. Niha dewleta Tirk ji hêza gerîla ya di tunelan de şer dike ditirse û têk çûye. Gelê Kurd miletekî ku bi sed hezaran şehîd daye û wê bi nirxên xwe tecrîdê bişkîne. Çawa ku di Peymana Lozanê de li hemberî Kurdan têk çû, niha jî dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd têk çûye.”
Engîn bêyî ku gotina xwe biqedîne ev tişt anî ziman: “Bi baweriya min wê ciwanên Kurd vê berxwedanê ber bi serketin û berxwedanê ve bibin. Silav ji Rêberê Gelê Kurd re 26 sal in li girava Îmraliyê li ber xwe dide.”
Li dû axaftinan banga tevlîbûna xurt li meşa dirêj a 31’ê Tebaxê ya li Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê tê lidarxistin, kirin.