TEBQA- Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bi beşdariya endamên Yekîtiya Jinên Ciwanên Reqa, Minbic û Tebqayê meşek girseyî li dar xistin.
Yekitiya Jinên Ciwan a Herêmên rizgarkirî danê vê sibehê bi beşdariya endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqa, Minbic û Reqayê û endamên Tevgera Jinan a Zanebûya li bajarê Tebqa meşek girseyî li dar xist.
Di meşê de jinên ciwan ku alên Yekîtiya Jinên Ciwan, peldankên wêneyên Rêber APO û wêneyên şehîdên jin hilgirtin bi dirûşmeyên azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwestin.
Piştî meşê beşdaran ji bo giyanê pakê şehîdan deqeyek rêz girtin. Piştre li ser armanca çalakiya ku li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin de ji aliyê Bûşra El-Nayîf axaftinek kurt hate kirin. El Nayîf di axaftina xwe de berxwedana destanî ya Rêber APO ya li zindana Îmraliyê tevî her cure polîtîkayên tecrîd û İzolasyonê silav kir.
El Nayîf diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber APO îro jinên ciwan û jin dikarin di qadên siyasî, leşkerî û rêveberiyê de cih bigrin û jin bûne xwedî hêz û îrade û got ku divê jin destekê bide têkoşîn a Rêber APO. Û da diyar kirin ku wê bi tekoşîna xwe di demeke herî nêz de azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin. Di daxuyaniyê de endama jin a ciwan êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker jî şermezar kir û got, “Em ê bi berxwedan û pêşengiya jinên ciwan van êrîşan pûç bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.