NAVENDA NÛÇEYAN- Bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) li bajarê Winterthur a Swîsreyê û bajarê Stuttgart’ê Almanyayê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.
Winterthur
Pîrozbahiya Winterthur danê nîvro bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê CDK-S û Saziya Zimanê Kurdî ya Swîsreyê Alî Şîmşek axaftina vekirinê kir. Ji Saziya Zimanê Kurdî ya Swîsreyê Alî Şîmşek wuha axivî;
” 15’ê Tebaxê hem di civaka Kurd û hem jî di qada siyasî de bû sedema gelek guhertinan. Kurdan ji bo vê guhertinê bedelên mezin dan. Lê îradeya xwe girt û gav bi gav fikrên wî li cîhanê belav bû û ya herî girîng jî wek civak hat naskirin. Û tiştên ku îro li Rojhilata Navîn diqewimin îro li Kurdistanê diqewimin, mînaka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê.”
Di pîrozbahiyê de bavê şehîd Şemsettîn Tûnç helbesta ku ji bo Rêber APO nivîsîbû xwend. Helbesta ku Şemsettîn Tunç xwend eleqeyek mezin kişand, di pîrozbahiya ku di nava coşeke cejnê de bû pêşbirkên curbecur hatin lidarxistin. Bi taybetî jî “pêşbirka kêşana bend û hêkan” baleke mezin kişand ser xwe. Di pêşbirka kêşana bendê de ku jin li hemberî mêran bûn, serkeftina jinan bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin, dirûşmên “Jin Jîyan Azadî” hatin berzkirin.
Pîrozbahiya 15’ê Tebaxê bi stranên Hozan Kawa Urmiye û Muzîkjen Akîn bi govendan bi dawî bû.
Stuttgart
Li Stuttgartê jî endamên TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Ciwanan 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi fîşekên hewayî û meşaleyan pîroz kirin. Piştî şahiya dîtbarî ciwanan bi muzîkê govend gerandin. Di meşê de ciwanan timî dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin. Pîrozbahî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.