NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi rêze çalakiyên ku li Bûrsayê li dar xistine, silav dikin. Di çalakiyê de 2 kargeh hatin îmhakirin ûmilîsan bi silametî vekişiyan cihên xwe.
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên HBDH Engîn Sîncer; “Me li Bûrsayê çalakiyên silavkirina 15’ê Tebaxê li dar xist!”
Li Bûrsayê ji aliyê HBDH’ê Engîn Sîncer (Erdal) ve çalakiyên li pey hev;
– Di 16’ê Tebaxê de li Nîlûferê palet û kargehek şewitî.
– Di 17’ê Tebaxê de li Yenîşehîrê kargeha sawêran hat şewitandin.
Di her du çalakiyan de xisareke mezin giha kargehan, yekîneyên me bi selametî vekişiyan herêmên xwe.
Em bi çalakiyên ku me di salvegera şehadeta wî de li dar xistiye ve Fermandar Erdal ê ku li ser şopa Fermandar Egîd meşiya û bi jiyana xwe layiqî gotina “Jiyanek heqdar” û mîrateya dewlemend a ku ji dîroka me ya têkoşînê re hiştiye, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.