HALEP –Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê di çarçoveya kampaniya ”Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de perwerdekê ser birdoziya azadiya jin vekir. Perwerde li Meclisa Şehîd Kalla Salmo bi tevlîbûna 25 jinên ciwan, 10 roj dewam kir. Di van 10 rojan de gelek mijar hatin destgirtin û niqaş hatin pêşxistin. Di vê dewre de jinên ciwan herî zedê bal kişandin li ser 5 rêgezên birdoziya azadiya jin. Jinên Ciwan bi hûrgulî li ser van mijarê sekinîn. Hemû rêgez yek bi yek hat niqaşkirin.
Jinên Ciwan ku tevlî vê perwerde bûn diyar kirin ku cihê ku dikarin nasnamya xwe ya jin herî rast nas bikin di nava perwerdeyan de ye. Ji ber ku dema komek jinên ciwan bi hev re perwerde dibînin, bi hev dû re niqaş dikin, nêrîn û fikrên cuda pêşdikevin. Ev jî dihêle ku jinên ciwan kesayeta xwe lêpirsîn bikin û xwe di felsefeya Rêber APO de ji nû ve ava bikin.
DEREZOR- Komîteya Yekîtiya Jinan a herêma bakurê Dêra Zorê di çerçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bi çend Jinen ciwan li bajarê Sûrê re rûniştina diyalogê lidarxistin.
Rûniştin bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyana Şehîdan hat despê kirin.
Niqaş li ser 5 rêgezên birdoziya azadiya jinê (1. Welatparezî, 2. Fkir û Îradeya azad, 3. Rêxistinbûyîn, 4. Tekoşîn, 5. Etîk û Estetîk) dewam kir. Jinên Ciwan rola xwe di pêkanîna wan de û ji bo rola xwe di nava civakê de nas bikin hewldanên giring pêşxistin.
Her wiha di diyaloga de ser rol û misyona jinên ciwan û rêyên çareseriyê çîne? ji bo pêkanîna vê rolê divê çî bê kirin? nîqaş hatin kirin.
Niqaş bi peşniyar û biryaran bi dawî bû.