BEYRÛT- Endamên Meclîsa Ciwan ên PYD ya Lûbnanê li bajarê Beyrûtê hatin cem hev û ji bo pîrozkirina 40. salvegera 15 Tebaxê roja vejîna gelê Kurd û bindest şahiyekî li darxistin.
Şahî bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Piştre ser navê Meclîsa Ciwanan a PYD daxuyanî hat xwendin. Piştî daxuyaniyê ji aliyê komên stranan ve stranên şoreşgerî hatin gotin. Di dawiya şahiyê de ji aliyê ciwanan ve govend hatin gerandin. Şahî bi sloganan hat bi dawî kirin.
Di daxuyanî de ev xusus hatin ser ziman:
“Pêngava 15’ê Tebaxê destana lehengiyê û çanda serkeftina gelan e.
Meha Tebaxê ji bo gelê Kurd bûye sernavek xwedî wateyeke dîrokî, ji ber ku bi pêngava birûmet a 15’ê Tebaxê hemû sînor û kelemên ku hêzên dagîrker ji bo tinekirina xewna gelê Kurd a azadiyê gelê Kurd kiribûnü têk bir. Ji bo hemû gelên Kurd û gelên ku li rizgariya xwe digerin, bû dibistanek, têkoşîn û serkeftina gelê me, rewşa berfirehbûn û mayîndebûna Pêngava 15’ê Tebaxê û ruhê berxwedanê yê ku gelê me jê girtiye. Em wek ciwanên PYD’ê li Lubnanê xwedî ruhê serketin û têkçûna dijminan in û ji meha Tebaxê û vir ve ronahiya tirsê ye û destkeftiyên wê em dibêjin serkeftin ya me ye, dijmin çiqas bixwaze jî wê di şer de binbikeve.”