HALEB- Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoweya kampanyaya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ de komxebatek bi sernavê ˊÇîroka min çîroka her kesekî yeˊ de, bi beşdariya dehan endamên yekitiyê û nûnerên tevgerên jinan li dar xist.
Panel li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin.
Di panelê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif nirxandina Rêber APO ên têkildarî ciwanên şoreşger û jinên ciwan xwendin.
Li aliyekî din jî berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber APO a Jinên Sûriyeyî ya Helebê Fehîme Hemo li ser rêwîtiya Rêber APO axivî.
Fehîme diyar kir ku divê di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîn bê bilindkirin.
Fehîme bang li jinên ciwan kir ku xwe di pirtûkên Rêber APO de kûr bikin, da ku hûn wî ji nêz ve binasin û pransîbên wî pêk bînin ku li gorî bingehên neteweya demokratîk xwe bigihînin civakeke azad.
Dûre li ser têkoşîna Rêber APO, damezrandina PKKˊê sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.
Her wiha beşdaran nêrînên xwe pêşkêş kirin. Berdevka Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO a Sûriyeyê ya Helebê Amine Xidor bi gotina Rêber APO “Eşq rastî ye, rastî jî jiyana azad e” gotina xwe dest pê kir.
Amine wiha domand: “Cihê Rêbertî lê bûye, Riha ye, ew jî bajarê herî kevn e ku tê de şênî dijîn. Her wiha ew bajar derketina gelek pêxember û pêşengên civakê bû.”
Endama Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya Kongra Star Meys Şaşo got Rêber APO ji biçûkaniya xwe ve bi rêya uslûbê analîzekirinê û rexnekirinê ji bo ku tiştên heyî binase, tê de kûr bûye.
Meys gelek serpêhatiyên Rêber APO bi bîr xistin, ji wan serpêhatiyan jî ew e ku dayika Uweyş ji Rêber APO xwest ku hevalên xwe ku astengî lê kirine, tola xwe hilîne.