NAVENDA NÛÇEYAN – Komek ciwanên enternasyonalîst ên alîgirên Tevgera Azadiya Kurdistanê wê li Çüyayên Alpê 7 rojan meşekê li dar bixin û di nava meşê de bernameyên cihêreng hene.
Meşa ku wê di navbera geliyê Val Maurienne û Çiyayên Alpê de bi beşdariya ciwanên Fransî û Îtalyayî pêk were, wê di 31’ê Tebaxê de dest pê bike û di 6’ê Îlonê de bi dawî bibe.
Meş wê bi şêwazê perwerdehiyê bê lidarxistin û li ser nasnameya ciwanan, rola jinan, enternasyonalîzmê û şerê sêyemîn ê cîhanê ku navenda wê Kurdistanê ye nîqaş bên kirin. Her wiha wê ciwan lêkolînên xwe yên li ser dîroka gelî û Çiyayên Alpê, dîroka tevgerên cîhanê yên şoreşger de bihevre parve bikin.
Ciwan wê ji çiyayên Alpê silavan ji berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê yên li Çiyayên Kurdistanê re bişînin.
Ciwanên Enternasyonalîst ji bo kesên ku dixwazin beşdar bibin ev navnîşana e-mail parve kirin: [email protected].