NAVENDA NÛÇEYAN – Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) li 2 taxên Amedê çalakiyên hemwext li dar xistin. Ev çalakiyênmilîsên MAKê li dijî polîsên dagirker ku nasnameyan kontrol dikirin û tiryakfiroşên dewletê yên ku dixwestin ciwanan bi jehrê bixin, hatin kirin. Di çalakiyan de dagirkerek bi giranî birîndar bû, bazirganê narkotîkê bi gulebarana lingê xwe ve hate hişyar kirin.
Hurgûlîyên çalakiyê wuha ye:
“Milîsên MAK’ê li Amedê li du cihên cuda li dijî polîsên faşîst ên dagirker û bazirganên tiryakê çalakiyek li dar xist.
Şeva 18’ê Tebaxê saet 23:00’an de milîsên me li taxa Şehîdan a Amedê li nuqteyeke nêzî Qereqola Şehîdan a li noqteyeke nêzî Qereqola Şehîdan, li polîsên dagirker ên ku nasnameyan kontrol dikirin kirin. Di çalakiyê de dagirker ji nêz ve bi çekên ferdî û teqemeniyên destçêkirî hatin gulebarankirin. Di dema ku demekê di navbera Milîsên me û dagirkeran de şerê çekdarî derket, di encama çalakiyê de herî kêm dagirkerek bi giranî birîndar bû û gelek polîsên tevgera taybet û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Milîsên me piştî çalakiyê bi saxî vekişiyan. Ev çalakî bi armanca tolhildana Şahan Amed (Nurullah Tunç) ê di 8’ê Nîsana 2024’an de li herêmên parastina Medyayê şehîd bibû, hate lidarxistin.
Di 18’ê Tebaxê de milîsên me li qada Eskî Hal a navçeya Sûrê ya Amedê li dijî bazirganên tiryakê çalakiyeke çekdarî li dar xistin.”