BEHDÎNAN- HPG’ê detayên çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li Zap û Metîna de 2 dronên keşfê hatine xistin û 1 kepçe jî hatiye derbkirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Metîna;
18’ê Tebaxê saet 07:20’an de dagirkerên ku li Herêmên Berxwedana Serê Metîna bi kolandinan hewl didan rê çêbikin, bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de çeperek hatiye derbkirin û tevgera dagirkeran hatiye rawestandin.
2. Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
17’ê Tebaxê saet 06:15’an li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî dronek bi çekên ferdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
18’ê Tebaxê saet 09:20’an de dagirkerên herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bûne hedef û bi çekên giran gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
17’ê Tebaxê saet 12:10’an de li herêma Berxwedana Girê Bahar a dagirker bi taktîka sûîqestê hate gulebarankirin û 1 dagirker birîndar bû.
17’ê Tebaxê saet 20:38’an hêzên me li herêma Berxwedanê ya Girê Bahar li helîkopteran xistin. Piştî destwerdana hêzên me tevgera helîkopteran hate rawestandin.
18’ê Tebaxê saet 16:30’an li herêma Berxwedanê ya Girê Bahar 1 dronek bi çekên ferdî hate rûxandin.
18’ê Tebaxê saet 21:36’an hêzên me li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Bahar li helîkopteran xistin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
Di 18 û 19’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM 11 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
Di 18’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 18 û 19’ê Tebaxê de herêmên Kolît, Qele, Lolan, Şehîd Şerîf, Sinînê, Berbizinê yên Dergelê, Şêlazê, Beşîlî, Berxwedana Serê Metîna 10 caran, Berxwedanê ya Şehîd Delîl Girê Bahar a herêma Rojavayê Zap’ê 4 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 46 caran hatiye bombekirin.
Di 17’ê Tebaxê de qada Berxwedana Serê Metîna ya herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.
20 Tebax 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê