AMED- Hemû kesên ku îxanet li gelê xwe kirine û li kêleka dijmin de cîh girtine li her derê dibin hedef. Yekîneya Tolhildanê ya Sema Eylûl YPS JIN’ê şeva 20’ê Tebaxê li bulvara girtîgeha Kolana Emek a Amedê depoya mobîlya û alavên spî yê endamê rêveberiya AKP’ê Abdulrahman Elbey xizmê Ensariogullari ku bi dijmin re hevkarî dikir kir hedef.
YPS-JIN di daxuyaniya xwe de wuha got:
Yên ku îxanetê li ax û nasnameya xwe dikin, parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet a dijmin in. Armanc ew e ku bi van şehîdan re şerê azadiyê yê gelê Kurd asteng bike. Kesên ku felsefeya dijmin bipejirînin û gelê xwe bi bêexlaqiya dijmin biceribînin, mafê wan nîne ku li axa Kurdistanê bijîn.
Helwesta me li hember wan kesên ku xiyanetê li çand û gelê xwe dikin û bi çend quruş pereyan di bin rezîliya herî kêm de ne, zelal e. Têkoşîna me têkoşîna namûsê ye, cihê mirovên bênamûs di nav me de nîne. Yan dê dest ji îxanetê berdin yan jî dê berdêla îxanetê bidin.
21.08.2024