NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a faşîst û dagirker êrîşên xwe yên çandî yên ji bo asîmîlekirin û Tirkkirina gelê Kurd bê navber didomîne. Dewleta dagirker ku tehemûlê nade gelê Kurd, çand, ziman û govendên Kurdan jî, her kesê li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne bi kirina hedef û girtinê hewl dide bitirsîne.
Li hemberî van polîtîkayên faşîst û êrîşên çandî, ciwan û jinên ciwan li her qadê bi çalakiyan li ber xwe didin. Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Dem, ji bo balê bikşîne ser van êrîşên çandî, bajarên Amed, Stenbol û Îzmîrê bi sticeran xemilandin.
Jinên Ciwan “Em weke jinên ciwan li her derê li dijî wan kesên ku êrîşî tabelayên Kurdî dikin û hewl didin li her derê govenda me qedexe bikin, ne.
Em ê kolanan ji dagirkeran re nehêlin, em ê bi tililiyên xwe tarîtiyê ronî bikin.”