BORDOX – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) 2’yemîn roja gera xwe ya Ciwanan a li Bordeaûxê bi dawî kirin.
Ciwanên ku danê sibehê dest bi gera ciwanan a Bordeaûxê kirin roja 2., piştî taştêya bi hev re xwarin, nêzî 2 saetan nîqaş kirin.
Ciwanan piştî nîvro gera xwe ya ku lê hiştibûn berdewam kirin û saet di 13:30 de li bajarê dîrokî Saint Emîlîon ê ku di lîsteya mîrata cîhanê ya UNESCO’yê de ye geriyan. Ber êvarê heta saet 15.30’an li vir berhemên dîrokî û qadên girîng hatin nasandin. Paşê nîv saetî bêhnvedanek bû.
Piştî bêhnvedanê saet di navbera 16.00-18.00’an de bi beşdariya welatparêzan, d i şexsê Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha de bîranîna şehîdên Ewropayê hate lidarxistin.
Piştî bîranînê ciwanan 2 saetan betlaneya xwarinê girtin. Piştî bêhnvedanê, roja duyemîn a gerê bi pêşandana sînevîzyonê di navbera saet 20.00-22.00’an de li pey xwe ma.
Tûra Ciwanan li cihê ku lê mabû wê sibe bi roja xwe ya 3’yemîn dewam bike.