NAVENDA NÛÇEYAN-
Jiyan hatibû belavkirin û îxanet lê hatibû kirin. Bi navê Kurd û Kurdistan çi hebû, xistibûn bin lingan. Rastiya ku heyî ev bû. Ji her aliyê ve jiyana heyî li dijî Kurd bû, xizmeta dagirkeriyê de bû. Lewra Rêbertî dibêje “ev jiyan ne jiyan e, ji ber ku li jiyanê îxanet hatiye kirin. Ez vê jiyanê qebûl nakim û jê re nabêjim jiyan”.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK Cemîl BAYIK;
Rêber APO di heft saliya xwe de, dema çavê xwe li jiyanê vekir, dît ku jiyana dorberê wî nayê jiyîn. Herkes wê jiyanê dibîne, dibêje ‘jiyan ev e!’ û dixwaze wê bijî. Lê Rêber APO wê jiyanê jiyan nahesibîne. Red dike û qebûl nake. Dibêje “ev ne jiyan e, li vê jiyanê îxanet hatiye kirin.” Ger li jiyanê îxanet hatibe kirin, mirov wê îxanetê nikare bijî. Jiyaneke îxanet lê hatibe kirin, mirov nikare bijî, dema mirov bijî û qebûl bike, wê demê mirov îxanetê qebûl dike.
Wê demê mirov li jiyanê îxanetê dike. Lewra Rêbertî dibêje “ev jiyan ne jiyan e, ji ber ku li jiyanê îxanet hatiye kirin. Ez vê jiyanê qebûl nakim û jê re nabêjim jiyan”. Baş e, heke li jiyanê îxanet hatiye kirin û ev jiyan ne jiyan e, wê demê jiyan çi ye?
Lêgerîna vê di Rêber APO de pêşdikeve. Dibîne tişta ku bi navê jiyanê tê jiyîn jehr e, her roj mirin e û tê de ne moral, ne jî xweçî heye. Ji bo wê red dike û bi redkirinê re alternatîfa wê dixwaze pêşbixe. Wê çi bibe alternatîf, çi dibe alternatîf? Rêber APO ev ji xwe re esas girt. Heke di kesayeta Rêber APO de jiyaneke azad di asta bengîniyê de pêşketiye, ji vir dest pê dike û girêdayî vê ye. Rêber APO di wê çaxê de jiyana azad ji bo xwe esas girtiye. Gera li vê, ji bo wê karkirin ji bo xwe esas girtiye. Lewma Rêber APO jiyana heyî red dike. Ew tişta ku her kes jê re dibêje ‘jiyan’, ew dibêje “ne jiyan e. Ez vê jiyanê qebûl nakim û najîm.” Ji ber wê dixwaze alternatîfa wê pêşbixîne. Heke alternatîf dît wê pêşbixîne û bijî. Dema nedît jî wê ya heyî nejî, biryara dayî jî ev e. Ji lewra wê bixwaze alternatîfa xwe ya jiyanê pêşbixîne. Wê bixwaze herkesî jî bişîne vê. Rêber APO ji bo wê têdikoşe. Heke encam girt-girt, heke negirt wê jiyana heyî nejî.
Weke gelek mirovan ku di dîrokê de xwe ji jiyanê qut kirine, bi mehan û salan di şikeft û çiyan de mane (jê re dibêjin înzîwa) tevdigere. Jiyana pêxemberan bi temamî jiyaneke wiha ye. Ya derwîşan jî wiha ye. Ên ku jiyana heyî jiyan nahesibînin, ji bo ku xwe ji bin bandora wê jiyanê derbixînin, jiyana heyî terk dikin û têkiliya xwe jê qut dikin da ku bikaribin alternatîfekî pêşbixînin. Yên înzîwayê ji xwe re esas digirin, ji ber vê digirin.
Biryara Rêber APO jî ji ber vê ye. Wê alternatîfa jiyana heyî peyda bike û herkesî bikşîne wê, ger alternatîf pêşnexist wê xwe bide aliyekî û înzîwayê bijî. Biryara Rêbertiyê ya dayî ev e. Jiyan tenê bi civakê re gengaz dibe, derveyî civakê ji bo însan jiyan nabe. Mirov bi civakê dibe mirov. Ji bo wê pêwîst e, mirov bi civakê re bijî. Weke din ji bo însan jiyan nabe. Lewra di wê dîrokê de Rêber APO dest pê dike û vê ji xwe re esas digire: wê çawa civakbûna xwe pêşbixîne. Civaka heyî dibe ku navê wê civak be, lê ji civakbûnê derketiye. Dagirkeran civaka Kurd belav kiriye û parçe kiriye, jixwe her roj mirin tê jiyîn. Kurd ji civakbûnê û însaniyetê derxistine. Êdî Kurd ber bi mirinê ve diçin. Dagirker Kurdan weke mirov nabînin û wana weke heywan dibînin. Nêzîkbûna ji Kurdan re dikirin weke ya ji heywanan re bû. Ji ber wê çendê ji Kurdan re dibêjin, ‘Kurdê bidûvik’. Heke civakek civakbûna xwe wenda bike, mirovbûna xwe jî wenda dike. Êdî cudabûna wan û heywanan namîne. Dijmin gelê Kurd wekî lawir didît. Rêber APO ev dîtibû.
Wê çawa civakbûna Kurd careke din çêbike, wê çawa civakê ji wê rewçê derbixîne, li Kurdistanê careke din mirovbûnê wê çawa rake ser piyan? Ev bi rengekî tenê dibû, ew jî pêwîst bû, civak li ser esasê azadiyê dîsa rabûya ser piyan. Ger te ev pêşxist, tu dikarî vê pirsgirêkê çareser bikî. Ji bo wê Rêber APO got “ez vê jiyana heyî najîm, qebûl nakim û ezê alternatîfa wê pêşbixînim”. Alternatîfa wê çi ye? Derxistina Kurdan ji wê rewşê ye û ew gihandina civakbûnê ye. Pêwîst e ji bo wê civakbûna xwe pêşbixîne, da ku karibe alternatîfa civakbûnê pêşbixîne. Di serî de civakbûna xwe li ser çi esasî dixwaze pêşbixîne, dixwaze ji xwe re di gund de hevalan çêbike. Ji bo wê pir kar dike ku bikaribe zarokên gund li dorberê xwe kom bike û civaka xwe çêbike. Heke bi hinek zarokên gund re têkiliya xwe pêşdixîne û dixwaze hevaltiyê bike, sedem ew e. Bi vê dixwaze civakbûna xwe ava bike. Heta dema bi zarokan re têkiliyê pêşdixîne, di gund de malbateke dijminê malbata Rêbertiyê heye. Rêbertî diçe û bi zarokê wê malbatê re jî têkiliyê datîne. Dayîk û dapîra wî li dijî vê têkiliyê derdikevin. Wê demê dapîra wî jê re dibêje “tu çawa diçî bi zarokê dijminê me re têkiliya xwe pêşdixî, tu xayîn î!” heta dixwaze wî biqewitîne. Lê Rêbertî di têkiliya xwe ya bi wan zarokan de israr dike.
Yek ji wan hevalê Rêbertiyê Hesen Bîndal bû. Lewra ew hevalekî wiha bû. Heta ku şehîd ket jî bi Rêbertiyê re hevaltî kir. Ji malbateke dijminê malbata Rêber APO bû dihat. Heke dayîk û dapîra Rêbertiyê xwe aciz dikirin, ji ber Hesen Bîndal bû. Lê Rêbertiyê dixwest civakbûna xwe çêbike, lewma li ser wê hevaltiyê israr dikir. Li derveyî têgihîştina dayîkê têgihîştinek ji xwe re esas digirt, di wê de israr dikir. Ji bo civakbûna xwe ava bike, li dijî dayîka xwederket. Ferzkirinên dayîka xwe qebûl nedikir. Çima li dijî dayîka xwe derdiket? Yan jî bi rastî li dijî dayîka xwe derdiket? Na, ne li dijî dayîka xwe bû, lê belê di kesayeta dayîka xwe de, li dijî wê jiyan û civakbûna heyî derdiket. Ji ber ku dayîka wî jiyana heyî li ser wî ferz dikir. Digotê “tê vê jiyan bikî, exlaq, çand û kesayeta vê jiyanê bijî.” Ya rastî li holê civakbûn bi navê civakbûna Kurd tine bû. Her tişt parçe-parçe bibû, hatibû belavkirin û di çûna wê de civakbûna Tirk pêşketibû û pêşdiket.
Jiyan hatibû belavkirin û îxanet lê hatibû kirin. Bi navê Kurd û Kurdistan çi hebû, xistibûn bin lingan. Rastiya ku heyî ev bû. Ji her aliyê ve jiyana heyî li dijî Kurd bû, xizmeta dagirkeriyê de bû. Dayîka Rêbertiyê ev dida pêşiya wî. Heke Rêber APO li dijî dayîka xwe derdiket, ji bo vê derdiket, ne ku dayîka xwe qebûl nedikir, red dikir. Di şexsê wê de jiyanek û civakbûnek red dikir. Di jiyana ku dixwest jiyan bike, civakbûna dixwest pêşbixîne de israr dikir. Lewra
li dijî dayîka xwe derdiket. Tiştê ku dayîka Rêbertiyê dixwest bidiyê zêde nebû. Tiştê ku bidayê çi bû? Çand, exlaq û kesayeta dagirkeriyê bû. Herî zêde jiyanek ferdî bû, derveyî vê tişteke din nebû.
Jixwe Rêbertî ji bo wê digot “min ji dayîka xwe re wiha got, tu wê mirîşkê û cûcikên wê dibînî, te çima ez anîm dinê, da tê çi bidî min te ez anîme dinyayê”. Ji bo wê digot, “lê dayîk ne di wê zanebûnê de bû. Dayîkê di ya xwe de israr dikir.” Nakokiyên Rêbertî û dayîkê di vir de ye, sedem ew e. Dayîk bêzanebûn civakbûn, jiyan, çand û kesayeta sîstema dagirker pêşxistiye dide pêşiya Rêbertiyê, lê Rêbertî vê qebûl nake û red dike. Rêbertî di ya xwe de israr dike. Şerê Serokatiyê bi dayîka wî re ji ber wê bû. Rêbertî ji bo civakbûna xwe çêbike hevalan ji xwe re çêdike, di vir de israr dike. Ji ber ku wê civakbûna xwe li ser bingehê hevaltiyê pêşbixîne.
Ew lêgerîna Rêber APO ya hevaltiyê û girêdana Rêbertiyê ya bi hevaltiyê re, ji vir dest pê dike. Her diçe pêş dikeve û xurt dibe, digihêje asta îroyîn. Di Rêbertiyê de hevaltî pir girîng e. Di destpêka gavavêtina xwe de wê li jiyanê û hevaltiyê ti demî îxanetê neke. Wê li axê, gel, nirxên mirovahiyê yên demokratîk û komînal ku berhema kedeke pir mezin e ti demî îxanetê neke. Van ji bo xwe esas digire. Li ser van esasan gav diavêje. Di hîmê PKK’ê de ev esas in. Pêşengtiya di PKK’ê û Kurdistanê de pêşketî li ser van hîman ava bûye. Ev Rêbertî û PKK li ser van hîman pêş ketiye. Ji ber wê her dem di Rêbertiyê de di jiyana azad de israr kirin heye. Derveyî jiyana azad ti jiyanê qebûl nake.
Her tişt ji bo jiyana azad e, pêwîst e her tişt xizmeta wê de be. Tişta xizmeta jiyana azad neke, ne rast e. Nêzîkbûna Rêbertiyê ev e, ji ber wê ti demî dest ji azadiyê bernedaye. Wê ji bo azadiyê bijî û ji bo azadiyê bimire. Derveyî vê wê jiyan û mirinê li xwe heram bike. Heke ewqas sal di bin êrîçan de Rêbertî dest ji azadiyê berneda,
sedem ew e. Ger xwe, rêxistin û gel nefirotiye, bi hinekan ve girênedaye, teslîmî hinekan nekiriye û nexistiye xizmeta hinekan ji bo wê ye. Hevaltiya Rêber APO pir xurt e. Wê ji bo hevaltiyê bijî û îxanetê lê neke.
Wexta mirov îxanetê bi hevaltiyê re nake, tê wê wateyê ku girîngî dide hevaltiyê. Nirxdayîna hevaltiyê her dem ji mirov çi dixwaze? Divê tu her tim hevalê xwe biparêzî, pêşbixînî û wî bikî hêza çareseriyê. Tuyê hevalê xwe her tim bidî jiyîn, tê xwe bidî ber xeteriyên ku bi ser hevalê te de were, tê hevalê xwe biparêzî û li pêş bisekinî. Tê bi hevalê xwe lewaziyan nedî jiyîn, ji ber ku lewazî bindixîne û dikuje. Tuyê nehêlî hevalê te hewcedarê kesan be, da ku bikaribe di her çert û mercekî de li ser piyan bisekine û nekeve. Da ku bikaribe xizmeta gelê xwe bike û nekeve, tê
nexînî.
Destpêkê heta roja îro bala xwe bidinê, di tekoşîna Rêber APO de hevaltî û jiyana azad de israr kirin heye. Wê çawa bike ku îxanetê neke û mezin bide jiyîn. Û di heman demê de Rêbertiyê ji bo hevaltiyê bide jiyîn, hevaltiyê biparêze û mezin bike PKK ava kir.