NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKOJIN) yên Swîsreyê, ji bo Meşa ku tê plankirin di 31’ê Tebaxê de bê lidarxistin bangawazî kir.
Di çarçoveya pêngava Ji Rêber APO re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk, Koordînasyona Swîsreyê bang li her kesî kir ku beşdarî meşa ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê dest pê dike û li ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê vediguhere çalakiyê, bibin.
Koordînasyonê di bangawaziyê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya 42 mehan li ser Rêber APO û bang li hemû ciwanên Kurd kir ku di vê mijarê de têbikoşin.
Daxuyaniya Koordînasyonê wiha hat gotin: “Werin em pêşî tecrîda li ser Rêber APO bigrin û bertekên xwe li hember polîtîkayên qirkirin û îmhayê yên li Kurdistanê nîşan bidin. Li ser vê bingehê Ji Rêber APO re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî bi berxwedan û têkoşînê pêkane. Îro roja têkoşîn û mezinkirina berxwedanê ye. Em vê meşa ku dê çerçoveya pêngava 10’ê Cotmehê bê lidarxistin, em banga tevlîbûyê ji gelê xwe yê welatparêz, di serî de ciwanên Kurd û hemû dostên xwe yên alîgirê têkoşînê ne re dikin. ”