ŞEHBA- Îro bi dehan ciwan û şêniyên Şehbayê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li navenda Kongra Star a navçeya Ehdas a herêma Şehbayê li hev civiyan û portreya ku ji aliyê Navenda Çapemeniya Komalên Jinên Ciwan ve ji bo bîranîna endama Komîteya Ciwanên PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şehîd Bişeng Brûsk hatiye amedekirin temaşe kirin.
Piştî dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşê di şexsê şehîd Bişeng Brûks de, endamê Meclîsa Gel a Ehdasê Omer Halîl axivî û bal kişand ser girîngiya şopandina cangoriyên şehîdan. Halîl diyar kir ku Şehîd Bişeng kesayetek pêşeng bû û diyar kir ku Şehîd Bişeng bi vîn, fedakarî û kahramantiya xwe pêşengtiya ciwanan kir û ew jî weke ciwan wê xwedî bîranîna wî derbikevin.
Piştre, beşa yekem a portreya ku qala jiyana Şehîd Brûsk dike hat temaşekirin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin, Bijî Serok APO” bi dawî bû.