KOBANÊ- Li bajara Kobanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve perwerdeyekî ser esasê Heqîqet û Rastiya Rêber APO hat vekirin. Perwerdeya ku di çerçoveya Xebatên hamleya “Ji Rêber APO re Azadî, ji Pirsigirêka Kurd re Çareserî” de hatiye destpêkirin nezî 20 jinên ciwan û ciwan cihê xwe digrin. Perwerdeya ku nêzî du heftî berdewam bike de heta niha ji ciwanan re dersa Rastiya Rêber APO hatiye dayîn di çerçoveya vî de jiyana Rêber APO, ûslup, tarz, tempoya Rêber APO jî hatiye danasîn.
Her wiha dersên wek dîroka ciwanan, rol û misyona ciwanan di vî serdemê de çiye jî hat dayîn.
Ji aliyê ciwanan ve di bernameyên şevê de portreyên şehîdên ciwanan wekî Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha hat tameşekirin. Her wiha tamaşekirina dahurandinên Rêber APO ên salên 90’i bi gel re jî di mufredata perwerdeyê de cihê xwe digre.
Ciwanan her wiha aktiviteyên werzîşî vek lîstina voleybol û futbol jî rojên xweş hevdû re derbas dikin.