ŞEHBA- Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Mazlûm Dogan (Besam Alî) li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdem a bajarokê Ehrezê merasîmeke xiyabî li dar xist. Gerîla Mazlûm Dogan di 17ˊê Adara îsal de di bersivdana êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.
Di merasîmê de bi sedan endamên saziyên sivîl beşdar bûn. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehba Hesen Berko axivî û got: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û bejna xwe li hember mezinahiya şehîdên xwe ditewînin.”
Berko wiha domand: “Hebûna me ya li vir bi saya gerîlayên azadiyê ye. Em soza xwe nû dikin ku em ê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin.”
Endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Zozan Hec Xelîl axivî û got: “Em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan û gelê Kurd û Kurdistanê re dixwazin. Em dizanin ku dagirker dixwazin gelê Kurd tune bike. Dema ku dagirker li çiyayên Kurdistanê li hemberî berxwedana gerîla têk diçe, li vir gelê Rojava dike armanc. Em soza domandina têkoşînê didin.”
Her wiha li ser navê malbata şehîd Mazlûm Dogan, pismamê şehîd Sîpan Efrîn axivî û diyar kir ku şehîd Mazlûm li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî çeteyan şer kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li wir jî li hemberî dagirkeriyê bi moraleke mezin têkoşîn kir. Sîpan Efrîn got: “Em ê li ser xeta şehîdan bimeşin û soz didin ku em ê têkoşîn mezin bikin.”