BORDOX – Tûra Ciwanan a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) ve li Bordeauxê tê lidarxistin, di roja xwe ya 3’yemîn de li pey xwe hişt.
Bordeaux roja 3. ya gera ciwanan bi taştê dest pê kir. Ciwanan piştî xwarina taştê, beşdarî pêşandana proje ya wênesazên Hollandî Van Gogh û Johannes Vermeer ên li muzexaneya Bassin des Lumières a li navenda bajêr bûn. Li vir, ciwanan gelek rismên cihêreng ên anîmasyon li ser pêşnûmeyên li ser dîwaran temaşe kirin.
Piştî gera muzeyê ciwanan çalakiya pîknîkê pêk anîn. Di pîknîkê de nîqaş hatin kirin. Piştî nîqaşan ciwanan bi muzîkê govend gerandin. Di govendê de ciwanan dirûşmeyên “Bijî Serok APO” berz kirin.
Ciwanan diyar kirin ku Tûra Ciwanan a Bordeaûxê ya 5 rojan wê sibe li cihê ku lê mabû bidome.