NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Tolhildanê yên Şehîd Elî Firat bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo bîranîna Şehîd Elî Firat li Manîsayê depoya xwarinê ya polîsan şewitandine.
Hûrguliyên daxuyaniyê wiha ne:
“Em weke Hêzên Tolhildanê 22’ê Tebaxa 2024’an di saetên êvarê de li dijî embara Polisan ya li navçeya Salîhlî ya Manîsayê çalakiyek li dar xistin. aboriya dewleta faşîst a Tirk bi ruhê tolhildanê derbeyek lê hate xistin.
Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayê Kurdistanê yê leheng û fedekar ê şehîd Alî Firat ku li Manîsayê bi fedekarî li ber xwe da, hat lidarxistin.