NAVENDA NÛÇEYAN- Li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de xebatê ku herî zêde girîngî jê re tê dayîn xebatê Xweparastinê ye. Ciwan û jinên ciwan jî ji vê xebatê bingehîn re pêşengtî dikin û ji bo hişmendiya Xweparastinê ava bibe di nava çalakiyan de ne. Di vê bingehê de li Reqa û Hesekê ciwan bernameyên cûda lidarxistin.
REQA
Di çarçoveya hemleya “Mala xwe, Taxa xwe, Welatê xwe Biparêze”, îro danê sibê bi beşdariya gelek ciwanan û jinên ciwan, ji aliyê Meclîsa Ciwanan û Werzîşê ya Reqayê semînerek hişyariyê bi dirûşmeya “Ji jiyanê re erê, ji madeyên hişber re na” lidar xist. Di semînerê de hate gotin ku divê ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet û psîkolojîk ên hêzên emperyalîst û hegemonîk, bi taybetî jî dijî dewleta Tirk a faşîst, dagirker, divê ciwanan mekanîzmayên xweparastinê pêş bixin.
Di semînera ku hate gotin ku divê hêza xweparastinê hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê zêhnî ve bê nîqaşkirin, bi taybetî bal hat kişandin ser tiryakê. Di dema nîqaşkirina zerar û metirsiya tiryakê ya li ser ciwan û civakê hate kirin, hate gotin ku divê li dijî wan têkoşînek bi bandor bê meşandin. Piştî semînerê ji aliyê ciwanan ve sinevizyonekî di derbarê mijarê de hat tamaşekirin.
HESEKÊ Li navçeya Tel Brak a bajarê Hesekê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin cem hev û li ser rola ciwanan di Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de civînek li dar xistin. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê dest pê kir û hate destnîşankirin ku divê ciwan li ser esasê şerê gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û xwe amade bikin.
Ciwanên beşdarî civînê bûn, pêşniyar kirin ku mijara Şerê Gel ê Şoreşgerî hîn zêdetir bê destgirtin û nîqaşkirin. Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.