SCHLESWIG – Kampa jinên ciwan ên endamên TekoJin ku li bajarê Schleswig ê Almanyayê hatin cem hev, duh bi coşekî mezin dest pê kir.
Jinên ciwan ji bo fêrbûna dîroka Kurdistanê kamp vekirin. Hat destnîşankirin ku bêyî ku dîrokê rast bi dest bixin û rast şîrove bikin em nikarin siberojê bi rê ve bibin.
Di perwerdeyê de erdnîgariya Kurdistanê hat lêkolînkirin. Împeretorî û mîrtiyên kevnar ên dîroka Kurdistanê û rewşa gelê Kurd a di serdema Osmaniyan de hatin nîqaşkirin. Her wiha serhildan û qetlîamên di dîroka gelê Kurd de hatin nirxandin. Hate nîqaşkirin ku berxwedana gelê Kurd a di pêşengiya PKK’ê de ji serhildanên di dîroka wê de cuda ye.
Her wiha jinên ciwan li ser Şerê Manzikertê ku Tirk ji gelê Kurd alîkarî xwestibû şanoyêk li dar xistin.
Piştî perwerdeya dîrokê, jinên ciwan bi hev re roja xwe derbas kirin, meşiyan, lîstok lîstin û roja xwe ya yekemîn danê êvarê bi temaşekirina belgefîlma Bakur bi dawî kirin.
Jinên ciwan bi perwerdeya dîroka jinan dest bi roja duyemîn a kampê kirin. Hat nîqaşkirin ku mirovahiya ku di serdema neolîtîkê de di bin pêşengiya jinan de di nava aştiyê de jiyaye, bi îradeya mêran a ji bo desthilatdariyê veguheriye civaka baviksalarî. Dîroka jinê di sê qonaxan de hate nîqaşkirin: serdema neolîtîk, serdema baviksalarî û serdema pîşesaziya kapîtalîst.
Xwedawend û çanda xwedawendên li Mezopotamyayê hatin lêkolînkirin. Hat nîqaşkirin ku bi derketina dewletên baviksalarî re jin çawa ji pozîsyona xwedawendiyê ketiye koletiyê. Pêşengên jinên Kurd ên ku di demên piştre de çawa derketine holê hatin nîqaşkirin. Jinên ciwan der barê pêşengên jin ên di dîroka Kurdistanê de pêşkêşî kirin.
Piştî perwerdeyê jinên ciwan peykerên xwedawendên xwe ji heriyê çêkirin û ji wan re efsaneyên wan gotin.
Roja duyemîn bi temaşekirina wêneyên Şehîd Berjîn Zenda û Şehîd Dîdar Harûn bi dawî bûn.