ŞEHBA- Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de bîranînek ji bo Endamê Rêvebir a Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû hat lidarxistin.
Ciwan û şenîyên Şehba ji bo bîranîna Şehîd Sara Hogir Riha li navçeya Ehdas kombûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê despêkir.
Piştî rêzgirtinê endamê Ciwanên Şoreşger Zeynep Xelîl di derbarê girîngiya şehîdan de van anî ziman:
“Rast xwedî derketina şehîdan erkê me yê esasî ye. Em hebûna xwe deyndarê wan in. Hemû hevalên şehîd ji bo me mînakên fedayî yên xeta APO’yî ne. Şehîd Sara jî yek ji wan fedayîyan e. Di milê Partîbûnê de û femkirina Rêbertî de pir kûr bû. Mîrasa ku Şehîd Sara bi ked û tekoşîna xwe ve ji me re hîştiyê divê mezin bibe û dijmin bişewitîne. Wê tola şehîdan li erdê nemine!”
Li dû axaftinê Portreya ku ji alîyê Komiteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ve li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Sara hatiye amadekirin hat temaşekirin.
Bîranîn bi drûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” çalakiye bi dawî bû.