NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hesekê di çarçoveya hemleya “Mala xwe, Taxa Xwe, Welatê Xwe Biparêzin” de, bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, xebatên perwerdeya xweparastinê dewam dikin. Perwerdeya ku 2 rojan dewam kir, îro bi tetbîqata li qadê bi dawî bû.
Perwerde di roja ewil de bi semînereke ku Şerê Gel ê Şoreşgerî çiye û girîngiya wê dest pê kir û piştre bi hînbûna taybetmendiyên bingehîn ên çekên Kleş, BKC û çekên sûîqestê û çawaniya vekirin û girtina wan dewam kir.
Ciwan di roja duyemîn de tiştên ku di teoriyê de hîn bûne li qadê xistine pratîkê. Ciwanên ku bi aktiviteyên werzîşê dest bi rojê kirin, yek bi yek çûn û bi çekan gulebaran kirin.
Ciwanên ku li ser bikaranîna pratîk a çekan, çawaniya hilgirtina çekan perwerde dîtin, diyar kirin ku civakek bêparastin dikare ji her cure êrîş û dagirkeriyê re vekirî be. Ciwanan diyar kirin ku ew amade ne bi perwerdehiya xweparastinê gel li hemberî êrîşên ku ji derve yan jî ji hundir rû bidin biparêzin.