BERLÎN– TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), TekoJIN (Jinên Ciwan ên Tekoşêr) û ciwanên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber APO û hemû girtiyên siyasî, di Festîvala Alîkariya Sor de standek li dar xistin.
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêber APO Re Azadî û Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” ciwanan bal kişandin ser rewşa heyî ya pêşengên civaka Kurd û 12 azadîxwazên Kurd ên ku niha li girtîgehên Elmanyayê girtî ne.
Ciwanan bal kişandin ser rewşa Rêber APO ku 26 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ev 4 sal in yek deng ji dîwarên girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê nayê bihîstin. Her wiha ciwanan diyar kirin ku Elmanya ku li kêleka dewleta faşîst a Tirk a dagirker disekine û pêkanînên xwe yên mêtingeriyê didomîne, kesên ku ji bo azadiya Kurd û hemû civakan, azadiya jinan û mafên wekhev dadikevin qadan digre û diavêje girtîgehan.
Ciwanên ku derfeta nivîsandina nameyan ji girtiyan re hebû, li dijî dewletên ku mafên mirovan binpê dikin, dengê xwe bilind kirin. “Kurd li Tirkiyê her roj ji ber ku çanda xwe zindî hiştine, cil û bergên gelêrî li xwe kirine, stran gotine yan jî dîlanê dikin, tên girtin.”
Rêxistina alîkariya qanûnî ya “Azadî” ku beşdarî festîvalê bû jî, helwesta hevkar û êrîşên niha yên dewleta Alman bi tundî şermezar kir.