HESEKÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarokê Holê bi sernavê ˊŞerê gel ê şoreşgerîˊ panelek li dar xist.
Li hola civînan a bajarokê Um Hucêre yê bajarê Holê bi sernavê ˊŞerê gel ê şoreşgerîˊ panelek hat lidarxistin.
Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Emîre Ebdo li ser têgeha şerê şoreşgerî û pêxistina wî axivî. Emîre girîngiya şerê şoreşgerî ji dema civaka xwezayî, heta rola dewlet û desthilat, pêketina pergala koletiyê, nebûna edalet û wekheviyê, pêkanîna doz û pirsgirêkan anî ziman.
Emîre wiha domand: “Şerê gel ê şoreşgerî, li dijî tevahî şêweyên mêtingerî, hegemoniya kapîtalîstê, hemleyên helandin û qirkirinê, şerekî parastinê ye.”
Emîre behsa girîngiya şerê gel ê şoreşgerî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ciwanan di civakê de rola xwe dilîzin û ew yek dikare tevahî planên dijber ên li dijî herêmê têk bibin û destkeftiyan biparêzin.