DIRBESİYÊ– Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê îro ji bo şermezarkirina kuştina Jinan meşekî girseyî lidarxist.
Taybet di pevajoya dawî de kuştina jinan her diçe zedê dibe. Beriya heftyekê li Direbsiyê Jineka Ciwan bi navê Nemîn, 17 salî, ji aliyê birayê xwe ve hatibû kuştin. Berî cend roj 2 rojnamegerên ragihandina azad Gulîstan Tara û Hîro Bahadîn li Sılemaniyê di êrîşên balafirên bê mirov ên dewleta tirk a dagirker de şehîd ketin.
Danê sibê bi daxuyaniyekê dayîn li ser binpêkirinên mafê jinan li herçar parçeyên Kurdistanê, bi kuştin û cezayên darvekirinê. Her wiha cezayên darvekirinê li dijî çalakvanan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ji aliyê dewleta Îranê ve, em her cureya tundiya ku jin rastî zihniyeta mêr a serdest a civakê tê, şermezar dikin.
Beşdaran destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê veşêre , rojnamegerên jin dike hedef.
Her wiha destnîşan kirin ku dijmin bi van binpêkirinan dixwazin dengê rojnamegerên jin qut bikin, lê ew ê li dijî her cureyên êrîşan li ber xwe bidin û ji bo ku rastiya dagirkeran derxin holê dê rêya hevrêyên xwe bişopînin.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan li Dirbêsiyê ji bo azadiya jinê têdikoşin û bang li hemû jinên cîhanê dikin ku van binpêkirinên li ser jinan şermezar bikin. Em qebûl nakin ku li kelêkê mala me, di welatê me de jin bên kuştin. Li her derê emê hesabê kujeran bixwazin. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ji bo li hemberî vê bênamûstî bê deng namînin. Di bin navê namûsê de ji xwe re her tiştî maf dibînin. Ama namûsê me welatê me ye, tekoşîna me ye. Li hemberî bêheqî em tekoşîna xwe bilind dikin. Deme êrîşê yekî ji me dikin emê hemûyan bersiv bidin. ”