NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM’ê Dîlan Tekîn têkildarî polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst ên li ser çand û zimanê Kurdî ji ajansa me re axivî.
Tekîn, anî ziman ku ew bûne şahidê bêtehamuliya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li hemberî çanda Kurdan, heta bi binçavkirinan hatiye girtin û got, “Mînak wê rojê 3 karkerên înşaetê yên ku li parka Balikesîrê li muzîka Kurdî guhdarî dikirin, di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin. Bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘îxbara li emniyetê’ hatin binçavkirin. Tevî ku îşkenceya li ser karkerên ku hatin derbkirin di binçavan de dewam kir jî destûr nehat dayîn ku rapora êrîşê bistînin.”
Tekîn, anî ziman ku hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ti tehemûla wî ji mûzîka kurdî, govend û heta hişyariyên peyayan ên bi kurdî nivîsandî re nîne û wiha got: “Polîtîkaya qeyûm zextên li ser çapemeniya azad a kurd, girtina saziyên ziman-çanda kurdî… Bi kurtî, bêtehamuliya mejiyê dewletê ya li hemberî nasname û çanda Kurd parçeyek ji metîngehkirina Kurdistanê ye.
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM’ê Dîlan Tekîn diyar kir ku ji bo hilweşandina civakê gava yekem a jinê ye, jin bi dewleteke baviksalarî re rû bi rû ne ku bi polîtîkayên şerê taybet û hewl dide jinên ciwan bitirsîne û bi rêya wan civakê bixîne. Di nîvê şevê de bi betalkirina Peymana Stenbolê ya ku yekemîn îmzekarê wê bû û bi hêsanî nîqaşkirina qanûna bi hejmara 6284’an a li dijî şîdeta li ser jinê, dijmintiya dewletê bi jinê re eşkere dike.
Tekîn, diyar kir ku ciwan her tim dînamîka civakê ne ku ji berê heta niha her tim yekem çalakiyan li dar xistine û got, “Em dikarin bibêjin ku bingeha êrîşên li dijî ciwanan ku wê pêşeroj û civak ava bikin li vir e. Armanca wan ew e ku ciwanek ku nefikire, nepirse û tevnegere biafirîne. Bi şerê taybet re dixwazin bi taybetî ciwanên Kurd ji ziman, çand, nirx û axa wan dûr dixin. Li kolanên piştê yên qereqolên ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê hatine çêkirin, ciwan ji ber bazirganiya narkotîkê bi jehrê dikevin, ev jî ji aliyê dewletê ve tê qebûlkirin.”
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM’ê Dîlan Tekîn di berdewamiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanan kir ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.
“Ciwanên ku nafikirin, napirsin, ji ziman, çand, nirx û axa xwe biyanî bibin û bi vî awayî rê li ber çalakiyan bigirin. Li hemberî vê tenê yek çareserî heye: Têkoşîna rêxistinkirî.
Em weke ciwan bi nasnameya xwe ya Kurdewarî ya ku hewl tê dayîn bê qedexekirin, em ji taxan heta zanîngehan, ji malan heta kargehan, ji kampusan heta kuçeyan divê em bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Bi hemû beşên civakê yên bindest re têkoşîna rêxistinkirî ava bikin û berfireh bikin. Divê em ji bîr nekin ku bêyî dînamîzm û ruhê ciwanan ev sîstem têk naçe.
Cihê jinên ciwan û ciwanan kolan e. Em ji parastina tax û kolanên xwe berpirsyar in. Di vê wateyê de divê her ciwanek Kurd xwe berpirsyar bibîne.”