STUTTGART– Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li Navenda Çanda Kurd a Stûttgartê hatin cem hev û kombûna ciwanan pêk anîn. Bernameya kombûna Ciwanan bi tevlîbûna ciwanên Kurd û Enternasyonalîst ên ji Stuttgart û bajarên derdorê destpê kir.
Çalakî bi şetrencê, destmala xwarê, bazdana bi talan û gelek lîstikên din berdewam kir û stran jî hatin gotin.
Di çalakiyê de ji bo tevlîbûna meşa dirêj a ku wê di navbera 15-20’ê Îlonê de di navbera Bîelefeld û Duîsbûrg a Elmanyayê de bê lidarxistin, bang li ciwanan jî hate kirin. Ciwanan di bangên xwe de diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê bi pêşengiya ciwanan ve pêk were.
Di dawiyê de çalakî bi govendên ji gelek herêman berdewam kir.
Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin.