BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, detayên çalakî û êrîşên dagirkeriyê bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir. 2 kamerayên mobeseyê yên aîdî dagirkeran hatin îmhakirin, 1 kepçe jî hate derbkirin.
Daxuyanî wiha ye:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Heftanînê;
🔸 23’ê Tebaxê saet 15:00’an de li herêma Girê Qesrokê 1 kamera Mobesse ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
🔸 23’ê Tebaxê saet 16:00’an de li herêma Girê Qesrokê 1 kamera Mobesse ya dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin.
2. Herêma Xakurkê;
🔸 22’ê Tebaxê saet di 09:00’an de li herêma Girê Koordîne dagirkeran bi çekên giran 2 caran hedef girtin.
3. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
🔸 20’ê Tebaxê saet 18:10’an de li herêma Berxwedanê ya Sergelê ya dagirker ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi awayekî bi bandor hatiye gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 1 wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate derbkirin.
🔸 22’ê Tebaxê saet 17:33 û 17:50’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
🔸 23’ê Tebaxê saet 06:25’an de dagirkerên herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
🔸25’ê Tebaxê saet 11:00’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
🔸 24’ê Tebaxê saet 02:00’an de li herêma Berxwedanê ya Sergelê, dagirker bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
🔸Di 23’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM du caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Di navbera 22 û 26ê Tebaxê de herêmên Girê Kun, Bêbadê, Şikeftiyan ên herêma Garê 6 caran, Parêzgeha Girê Şehîd Cîhan 1 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 24 caran hatiye bombekirin.
🔸Di 23 û 25’ê Tebaxê de jî herêma Berxwedana Serê Metîna ya herêma Metîna û qada Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.
26 Tebax 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê