NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî ji bo bername û çalakiyan li dar xist.
Hevseroka Federasyona Ciwanan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Buzan Barkal û Heyfa Sipî ji her herêmekê berpirsên Meclisa Werzîşê jî beşdarî civînê bûn.
Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir, piştre bernameya civînê hate diyarkirin û piştre jî rapor hatin xwendin.
Di civînê de ev encam hatin bidestxistin û di civînê de xebatên meclîsên Ciwan û Werzîşê û zehmetiyên ku rû bi rû mane hatin nîqaşkirin:
1- Derxistina lîsansan ji bo tîmên werzîşê yên ku şert û mercên pêwîst ji bo karkirinê wekî Desteya Ciwan û Werzîşê li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.
2- Avakirina komîteyên teknîkî di nava Encûmena Werzîşê de.
3- Vekirina kursa hekeman li ser asta herêmê ji bo rahênerên futbolê.
4- Li gorî rêziknameya navxwe ya Desteya Werzîşê, her alî, kes, sazî û rêxistinek herêmî û navdewletî divê hin destekê bide werzîşê û ji bo vê yekê jî divê destûra nivîskî ji Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê standin.
5- Her wiha li gorî rêziknameya navxweyî ya Federasyonê, aliyên ku dê li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek an bernameyekî li dar bixin, divê ji Federasyona Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê erêkirina nivîskî werbigirin.
6- Tesnîfkirina lîgê ji bo lîstikên werzîşê yên klûbên ku dê lîsansa fermî ji Federasyonê wergirin.