NAVENDA NÛÇEYAN-
Dema ku keçik hîn piçûk e, hinek tê mezinkirin û dibe aîdî mêr. Bi vê fikrê tê mezinkirin, niha jî kêm zêde di hemû malbatan de hakîm e. Ew keçik delaliya malê be jî ew nêzikbûn nayê guhertin. Bixwîne û xwedî pîşe be jî nêzikbûn ew e. Heya mezin bibe aîdî bav û biraye, piştî mezin bû jî dizewice û dibe aîdî mêrekî din. Ew şêwegirtin di vê malbatê de çêdibe. Malbatak biçûk e, lê rista dendik, cewher dilîze.
RÛKEN GARZAN…
Saziya malbat û zewicandinê ji destpêkê heya bi roja me ya îro berdewam dike. Saziya malbatê bi rastî jî prototîpa dewletê ye. Serokatî weke dewleta piçûk pênasa dike. Ji Sûmeran heya niha di her civak û dêmê de rengê xwe bide guhertin jî cewhera wê yek e. Mesela di pergala sosyalîzmê de rengê wê cûda ye, di kapîtalîzmê de cûda ye, di feodalîzmê de cûda ye; lê cewhera wan yek e. Saziya malbatê di cewhera xwe de pergala deshilatdarî û dewletê xurt dike.
Serokatî di paradîgmaya me ya nû de neh hêman (unsur) diyar dike, xalên modernîteya demokratîk in. Ew xal di sosyolojiya azadiyê de heye, jixwe ew parazname paradîgmaya me datîne holê û di paraznameya pencemîn de jî beşa Kurdîstanê vedike. Yanî di van hêmanên (unsur) modernîteya demokratîk de Serokatî neh xalan diyar dike, yek ji wan malbat e. Di paradîgmaya me ya nû de, Serokatî naveroka malbatê dide guhertin. Malbata heyî red dike û dibêje em malbatê demokratîk bikin. Weke pêkhateyeke pergala me dibîne, lê divê were guhertin.
Malbata qlasîk ku pergal jî pir sûd jê werdigire reîsê wê heye û ew mêr e. Bi fikra zayendperestî hatiye avakirin, hemû nirxên di vê malbatê de hene aîdî mêr in û mêr jî nûnertiya zîhnyieyta zayendperest dike. Serokatî dibêje şewaz û modelê vê malbatê civakeke azad ava nake, kesekî azad nake. Ji bo kes û civakeke azad divê em di saziya
dendik de guhertinê bidin çêkirin, ji bo wê jî divê em vê malbatê bixin malbateke azad, demokratîk û wekhev. Saziya malbatê Serokatî bi guhertin dixe unsurê netewa demokratîk, lewra ew sazî rista unsurê dendik(çekîrdek) e. Di neolotîkê de jî malbat tune, lê kombûyinek heye. Di paradîgmaya me ya nû de saziyeke demokratîk û wisa biçûk esas girtin heye.
Serokatî hebûna eşîretan jî weke konfederesyon digire dest û red nake. Di paradîgmaya me ya berê de me hem malbat, hem jî eşîret red dikirin. Serokatî dibêje pêwîste di nava eşîrtiyê de jî hinek guhertin çêbikin; axatî, serwerî û hwd rabikin, lê çanda eşîrtiyê li dora hinek nirxan xwe jiyan dike, dibêje em weke çand bigirin dest. Ji bo wê jî em van red nakin, diguherînin. Me berê red dikir, niha jî bi halê heyî em dîsa qebûl nakin, lewra bi halê heyî xizmetî pergalê dike; lê divê em têde guhertin bidin çêkirin.
Bi rastî jî Serokatî pir berfireh daye diyar kirin, lê pêwîstî heye ku em nîqaş bikin û xwe tê de îkna bikin. Niha modela malbatê çi ye, di vê mijarê de em bi mêjiyekî zelal naçin nav civakê. Em ê niha li Kurdîstanê civakeke demokratîk, netewa demokratîk ava bikin. Ji bo wê ew tiştên ku em nîqaş dikin soyût nînin. Di mêzekirina malbatê de gelekên me xwe tam zelal nake. Serokatî bi paradîgmaya nû rû malbateke çawa dixwaze; em ê guhertineke çawa bidin çêkirin, civakeke çawa ava bikin, di vê mijarê de me xwe zelal nekiriye. An em qet xwe nêzî nakin, weke karê xwe nabînin. Lê belê xirabûna bingehîn di vir de çêbûye, penc hezar sal emrê wî heye. Divê em nebêjin çar pênc kes in, modelek avakiriye. An jî em hinek xwe nêzî vê dikin, lê li gorî paradîgmaya kevn em dinêrin.
Di nêzikbûnên me de redkirineke qebe derdikeve, bi giştî redkirin çêdibe. Em li gorî hinek pîvanan nanirxînin. Weke pirsgirêk û aloziyeke mezin li pêşiya me ye, lêwra her roj pergal li ser vê saziyê xwe xwedî dike. Ew her çar mijarên ku min dan diyar kirin, xwe li ser vê saziyê ava dikin. Pêwîst e di vê saziyê de guhertin çêbibe. Yek ew sazî aîdî mêr hatiye dîtin, pêwîst e bi vê re têkoşînek bê dayin. Ya diduyan pêwîst e di nav malbatê de fikrê azadî û wekheviyê were pêşxistin.
Serokatî di paradîgmaya nû de, li ser azadî û wekheviyê nerîna xwe zêdetir kûr kiriye. Tehlîlên xwe kûrtir kirine. Divê di malbatê de ew nêrîn û fikir bên rûnişkandin, bi rastî jî tiştekî ku mirov pir nikare bike jî nîne. Mesela
mirov diçe malbateke, mirov dikare di gelek mijaran de mêzekirina mêr û jin bi zanist bike, pê bide fêmkirin, îknakirin, yanî wisa parçe bi parçe têkoşînkirin pêş bikeve. Ya em dibêjin bila carekê re guhertin çêbibe, an jî em dibêjin qeweta me têrê nake. Bi vê nêzikbûnê em pir zêde guhertin nadin çêkirin.
Di hemû malbatên me yên Kurdîstanê de, yên herî welatparêz û demokratîk de jî pirsgirêka zayendperestî heye. Jin biçûk dîtin li pêş e. Tûndî, kuştin û hwd jî dayne aliyekî. Em nikarin van bidin guhertin. Serokatî dibêje di mijara malbatê de divê guhertin bê çêkirin; malbateke demokratîk, azad û wekhev bê rêxistinkirin. Bi pîvanê zewicandinê jî malbat êdî xwe tam rewa dike, mesele zêhniyeta malbata heyî çi ye? Jin û mêr bizewice û ew bi xwe re malbateke bide avakirin. Mesela pîvana zewicandinê di malbata demokratîk de pir dernakeve pêş. Ew rêgez ger esas bê girtin, pêwîst nake ku bi riya şerîatê, an jî bi riya fermî bizewicin. Nezewicin jî dikarin malbateke azad, demokratîk û wekhev ava bikin, Serokatî demekê digot li ser jiyaneke wekhev peyman îmzekirin. Jin û mêr ger malbateke wekhev bide avakirin, wê civakeke demokratîk jî were avakirin. Em li ku derê de bin jî hedefa me civak û malbata azad e. Ew di paradîgmaya me de dibe peywireke, hedefek me ya herî girîng.
Dîsa di malbatê de rolên ku ji bo mêr û jin hatine dayin hene. Ew rol di malbat û dibistanê de çêdibe. Me gotibû zêhniyeta zayendperest di civakê de şekîlenme û roleke dide, ew yek di malbatê de çêdibe. Mesela em jinê mînak bigirin, di malbatê de jin çawa şêwe digire? Di hinek pergalan de şêwazên cûda derkevin holê jî piranî yek in. Dema ku keçik hê piçûk e, hinek tê mezinkirin û dibe aîdî mêr. Bi vê fikrê tê mezinkirin, niha jî kêm zêde di hemû malbatan de hakîm e. Ew keçik delaliya malê be jî ew nêzikbûn nayê guhertin. Bixwîne û xwedî pîşe be jî nêzikbûn ew e. Heya mezin bibe aîdî bav û biraye, piştî mezin bû jî dizewice û dibe aîdî mêrekî din. Ew şêwegirtin di vê malbatê de çêdibe. Malbatak biçûk e, lê rista dendik, cewher dilîze. Her tiştekî dendikê wî heye, ew rist pir girîng e. Ger di paradîgmaya nû de em rista wî dendikî vegerînin, wê di avakirina malbatê de guhertineke mezin bikin.
Ji aliyê erenî ve ger em bikarin bizivirînîn ser paradîgmaya xwe dê ew dendik mezin bibe û bibe dar. Ew dar jî civak e. Dê ew dar wê fekî bide. Divê di paradîgmaya nû da em malbatê wisa bigirin dest.
Ger guhertin di rista ku jinê re hatiye dayin de nayê çêkirin, jin û mêr jî naguherin. Li gorî vê jî qarekterê jin ê çêdibe; mezekirina wê ya malbat, civak û jiyanê hemî li gorî wê dê bê çêkirin. Di malbatê de jin çawa tê terbiye kirin; vaye jin aîdî malê ye, çi karî bike jî divê karê malê jî ew bike, zarokan ew mezîn bike. Çi dike bila bike, ew peywirên wê yên mayinde ne, qet naguherin. Biçûktiyê de wisa tê mezinkirin. Heta piştî emrekî dayik wê fê dike, karê jinê pê dide kirin. Karê ku dayik bi xwe dike ji keçikên xwe jî dide fêrkirin. Ew bi xwe re fêrkirin û terzeke
jiyanê jî tîne. Li ser vê esasê nêzikbûnek pêş dikeve. Nêzikatiyeke wisa jî heye ku jinê qebûl kiriye û ew êdî bûye zêhniyeta civakê jî; jin ji mêr baştir tiştan bike jî, bi guman nêz bûn heye. Jin ji mêr kêmtir e, mêr zêdetir zîrek e, zêdetir biaqil e, zêdetir karker e, ji bo vê jî jin kêmî mêr e. Ji ber vê tiştê jin bike jî biçûk û bê wate tê dîtin.
Ji Pirtûka Zayendperestî ya Rûken Garzan de hatiye girtin.