QAMIŞLO– Jinên ciwanên PYD’ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Em xwe bi rêxistin bikin, tundiya li ser jinê, qirkirina çandî û siyasî ji têk bibin” komxebatek li dar xist.
Komxebata ku bi pêşengiya jinên ciwan ên PYD’ê bi beşdariya gelek partiyên siyasî hate lidarxistin, li ser tundiya li ser jinan bû.
Komxebata ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê hemû şehîdên azadiyê destpê kir, bi axaftina vekirinê ya endama jin a ciwan a PYD’ê Sendî Reşîd ve berdewam kir. Sendi Reşit tundiya li ser jinê şermezar kir. Di axaftina xwe de li bersiva van pirsan geriya; Di vê pergala cîhanê ya ku jin tên kuştin û ji mafên xwe tên bêparkirin de, em çawa dikarin parastina xwe ya cewherî bi pêş bixin, çawa van polîtîkayên zayendperest têk bibin, ji bo rawestandina van binpêkirinên bêexlaqî yên li ser jinan divê çawa bixebitin û têbikoşin?
Di komxebata ku li dor van pirsan berdewam kir, endama Meclîsa Jinên Ciwan a PYD’ê “Sara Hesen” girîngiya rêxistinbûyîna di rewşa heyî de ji bo têkbirina tundî û qirkirina çandî ya li ser jinan û çawaniya parastina xwe bi rêxistinkirina di nava jinên ciwan de nirxand. Her wiha anî ziman ku pêwîste ev têkoşîn bigihêje hemû jinan û li her derê cîhanê.
Piştre jî mijara tundî û kuştina li ser jinan ku roj bi roj zêde dibe û ji bo kêmkirina tundî û kuştina li ser jinan divê çawa leza têkoşîn, rêxistinî û xebatê bilind bikin hatin nîqaşkirin. .
Komxebat bi temaşekirina sînevîzyona ku wêneyên jinên têkoşer ên li çar aliyê cîhanê rastî şîdet û kuştinê hatine û ji bo vê têdikoşin, bi dawî bû.