SCHLESWIG – Kampa jinên ciwan ên endamên TekoJIN ku li bajarê Schleswig ê Elmanyayê despêkiribû, îro bi dawî bû.
Jinên ciwan bi perwerdeya dîroka têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê dest bi roja sêyemîn a kampê kirin.
Jinên ciwan 6 qonaxên têkoşîna azadiya jinê nirxandin û têkoşîna jinê ji damezrandina PKK’ê heta niha gihiştiye çi astê nîqaş kirin.
Hate diyarkirin ku têkoşîna jinan bi derketina Rêber APO destpê kir û hate nîqaşkirin ku jin çawa dikare bibe Rêhevalê Rêber APO
Qonaxên dîrokî yên têkoşîna jinê, pêşengên jin, şehîdên şoreşê û têkoşîna azadiya jinê ya li hundir û derveyî partiyê hatin nirxandin.
Îdeolojiya azadiya jinê, teoriya qutbûnê û paradîgmaya rizgariya jinê ya ekolojîk a demokratîk hatin nirxandin.
Jinên ciwan nîqaş kirin ku têkoşîna jinê li gorî paradîgmaya nû çawa hatiye avakirin, rewşa îro ya têkoşîna jinên Kurdistanê û erkên wan ên weke jinên ciwan ên di serdema pêş de hatin vegotin.
Piştî perwerdeyê jinên ciwan bi gera behrê û şeveke moralê roj berdewam kirin û roja sêyemîn jî bi stran, helbest û govendê bi dawî kirin.
Roja dawî ya kampê jî bi perwerdeya dîroka malbatê dest pê kir. Çima malbat li Kurdistanê ev qas girîng e, derketina malbatê û girêdana wê ya bi dewletê re hat lêkolînkirin. Zexta ku malbatê di pergala feodal û kapîtalîst de li ser jinê dimeşîne hate nirxandin.
Jinên ciwan bi nîqaşên çawa dikarin bi hêztir xwe birêxistin bikin ve kamp bi dawî kirin.