NAVENDA NÛÇEYAN – Şervana jin Zîlan Kurd (Mahal Belûc) a ku beşdarî Operasyona Herofê ya ku Artêşa Azadiya Belûç li dijî Artêşa dagirker a Pakistanê dabû destpêkirin, çalakiya fedaî pêk anî û bi dehan leşkerên Pakîstanê yên dagirker ceza kir.
Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) ragihand ku şervanên wan ên bi navê Mahal Belûç (Zîlan Kurd) û Rizwan Belûç (Hemal) li ber deriyê kampa leşkerî ya Bela ya Pakistanê çalakiyeke fedayî li dar xistine û di encama çalakiyê de bi dehan Leşkerên Pakistanî hatin kuştin û birîndar kirin.
Şervana jin a fedayî Mahal Beluc bi navê kod Zîlan Kurd, weke jineke Belûc beşdarî şerê azadiyê yê Belûçistanê bû. Navê xwe yê kod ji gerîlaya Kurd Zîlan (Zeynep Kınacı) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anî, girt û bû şopdarê wê.