QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan, di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li bajarê Qamişlo li dijî darvekirina jinan ji aliyê dewleta Îranê çalakiyekî li “Parka Azadiyê” li darxist.
Jinên Ciwan pankartên aktîvîstên kurd yên ku li ser wan biriyara darvekirin hat girtin hildan. Yek bi yek, jinên ciwan li ser “kûrsiya azad” rûniştin û helwesta xwe li beramberî darvekirina jinan anîn ser ziman.
Jinên Ciwan ên kurd û ereb kuştina jinan ji aliyê dewletên dagirker şermezar kirin, diyar kirin ku hêzên desthilatdariyê ji hêza jinê ditirsin û piştgiriya xwe ya tekoşîna azadiya jin desnîşankirin.
Di dawiyê de jinên ciwan bi zimanên farsî, turkî, erebî, kurdî û înglîzî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” berz kirin.