BEHDÎNAN– Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Zapê 2 çalakiyên cuda yên hewayî li dar xistine. Di çalakiyên ku hatin kirin de 1 dagirker hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. 3 mewzî û 1 sîstema kamerayan hatin rûxandin, 4 kon jî hatin derbkirin.
Daxuyanî wuha ye:
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Ji aliyê yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ve di navbera 18 – 24’ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar 2 caran ji hewayê ve li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku me zelal kiriye; dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 3 çeper û kamerayeke mobesse hate îmhakirin û 4 kon jî hatin derbkirin.
27’ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê