NAVENDA NÛÇEYAN- Zanîngeha Kobanê 10’ê Kanûna 2017’an bi 2 fakulteyan (Fakulteya Zanistên Sereke ’fîzya, kîmya û bîrkarî’ û Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî) hat vekirin.
Di 7 salan de fakulteya Perwerde û 4 peymangeh (Peymangeha Bijîşkî-hemşîre, laboratuwar û dermanxane, Peymangeha Teknîkî-Komputur, Elektrîk, Mekanîk, Peymangeha Zanistên Rêveberî û Qanûnî, Peymangehên Zanistên Perwerdehiyê) hatin zêdekirin.
Li zanîngeha ku 209 mamoste û rêveber hene, li gorî rêjeya sala xwendinê ya 2023/2024ˊan hezar û 250 xwendekar dixwînin.
Di sala xwendinê ya 2023/2024’an de 250 xwendekar ji fakulte û peymangehan derçûn.
BEŞÊN NÛ
Li gorî agahiyên ku Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim dane ANHA’yê, li herêmê serlêdanên xwendekaran û daxwaza vekirina beşên nû zêde bûye. Lewma di çarçoveya pêdiviyan de biryara vekirina peymangeh û beşek nû hatiye dayîn.
Piştî amadekariyan jî Peymangeha Bilind a Ragihandinê ku dê dema xwendina wê 3 sal bin û girêdayî fakulteya Perwerdeyê jî, Beşa Baxçeyê Zarokan hatiye vekirin.
Beşa Baxçeyê Zarokan wê tenê ji bo xwendekarên jin be û dema xwendina wê jî wekî 4 sal hatiye diyarkirin.
Amadekariyên herdu peymangeh ên ji bo sala xwendinê ya 2024-2025’an hatine kirin û dest bi qebûlkirina serlêdanan hatiye kirin.
PEYMANGEH VEGURENTIN FAKULTEYÊ
Rêveberiyê di çarçoveya mezinbûna kapasîteya zanîngehê de, peymangehek veguherand fakulteyê û çaroçeya fakulteyekê jî fireh kiriye.
Di vê çarçoveyê de li Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ku heta niha tenê zimanê Kurdî û wêjeya wê dihat dayîn, beşên wêjeya Erebî û wêjeya Ingilîzî hatin zêdekirin. Bi zêdekirinê re navê fakulteyê jî wekî Fakulteya Wêjeyan hat guhertin.
Peymangeha Îdarî û Qanûnê ku dema xwendina wê 2 sal û nîv bûn, wekî Fakulteya Hiqûqî hatiye vegehertin û dema xwendina wê bûye 4 sal.