BEHDÎNAN– Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Çalakiyên Hewayî yên Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;
26’ê Tebaxê saet di 12:47’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li Qada Girê AmediYê li dijî dagirkeran Yekîneya Me ya Şehîd Axîn Mûş çalakiya hewayî kir. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota hate îmhakirin û dagirkerek birîndar bû.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
24’ê Tebaxê saet di 06:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku ber bi tunelên me yên şer ve dihatin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin. Saet di 09:15’an de teqemeniyên dagirkeran hate desteserkirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
25’ê Tebaxê saet di 05:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî droneyek hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
24’ê Tebaxê saet di 13:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
24’ê Tebaxê saet di 16:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran ahte xistin û dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
26’ê Tebaxê saet di 12:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
26’ê Tebaxê saet di 15:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.
26’ê Tebaxê saet di 13:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar droneyeke bi teqemeniyan a dagirkeran bi çekên ferdî hate xistin. Tuneleke din a bi teqemeniyan barkirî ku ji bo li dijî tunelên me yên şer bêne bikaranîn hatibû amadekirin, li hewayê hate bêbandorkirin, hate xistin û teqemeniya li ser hate desteserkirin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
24 û 26’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê tunelên me 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
24’ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
24, 25 û 26’ê Tebaxê li Herêma Xakurkê qada Meskenê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran, li Herêma Qendîlê qada Sinê carekê, li Herêma Garê Deşta Kafya, Girê Kun 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê; bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
25’ê Tebaxê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”