ŞEHBA-Di çarçoveya Pêngava Cenga Azadiyê Serbixin de ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên Şehbayê li di Akademiya Şehîd Navdar Serhed de dewreyekî perwerdê li ser navê Şehîd Bişeng Brûsk vekirin.
Li herêma Şehbayê di bin pêşengtiya Ciwanên PYD’ê de dewreyeke girtî ya perwerdeya îdeolojîk, bi beşdarbûna 14 endaman li Akademîya Şehîd Navdar Serhed dewreya şehîd Bişeng Brûsk hat vekirin.
Ev dewre li ser bingeha kûrbûna îdeolojîk, naskirina felsefeya Rêber APO, rastiya jin û jiyanê, rastiya dijmin û naskirina azadiyê berdewam dike. Armanc ew e ku ciwan xwe di aliyê zanîn û kûrkirina azadî, îdeolojî û agahdarbûna pilanên dijmin ên ku dixwaze li ser wan bide meşandin de zêdetir pispor bikin û bi wê rihî tevlî nava xebata rêxistinî bibin e.
Ciwanê ku tevlî dewrê bûne anîn ziman ku “Ji bo em polîtîkayên dijmin ên ku li ser civakê tê pêkanî têk bibin ev perwerde wê ji me re bingeh.”
Endamê Meclîsa Ciwanên PYD Elî Mihamed wuha got:
“Me bi armanca belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo de perwerdeyek vekir. Dijmin bi şerê taybet ve dixwazê di nav Ciwanan ji welat dûr bixe. Dixwaze hêstê welatparêziyê di ciwanan de nehêle. Ji ber di ferqê de ye ku welatek bi ciwanan ve dibe welat. Ji bo vê ji hêla çand, ziman, nasname, û hwd.. ve ciwanan hedef digre. Ciwanekî ku welatê xwe hez dike û ji bo parastina welatê xwe ji her tiştî re amade ye, di astekî jor de dijmin ditirsîne.
Erkê me jî wekî ciwanên Kurd divê em bi zanebûn û perwerdê ve dijmin bitirsînin û şerê taybet ê dijmin vala derxînin.”