HESEKÊ – Ciwanên Rojava di çerçoweya “Mala Xwe Taxa Xwe Welatê Xwe Biparêze” de ji bo welatekî paqij û azad xebatê xwe didomîne. Di vê bingehê de ciwanan li bajarokê Til Tewîl yê girêdayî Hesekê, hemleya paqijiya dan despêkirin.
Bi dehan ciwan li navenda Til Tewîl hatin cem hev û despêkê li ser welatparêziyê nîqaş kirin. Ciwanan pirsa ‘Welatparêzî çiye?’ wuha bersivandin; welatparêzî tê wateya hezkirina welat û hezkirina welat jî parastina welat e.
Jina Ciwan a bi navê Nur Osman ku ji Til Tewîlê ye ev tişt anî ziman;
“Divê welatê me li hemberî êrîşên fîzîkî û ekolojîk bê parastin. Ger em welatê xwe paqij bihêlin, emê ji welatê xwe zêdetir hez bikin û ji xwe bawer bin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk, şert û mercên me yê heyî hinekî zehmet e, lê dîsa jî emê weke ciwan di çarçoveya îmkanên xwe de ji bo welatê xwe paqij bihêlin hertim kar bikin.”