NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘ji bo civakek bi hişmend’ bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan de “Çalakiyên Zanekirinê” tên lidar xistin. Ciwan û Jinên Ciwan li ser vî esasî li navçeyên Şedadê, Til Temir û Til Koçer ên Hesekê xebatên xwe didomînin.
Şedadê
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên PYD’ê li navçeya Şedadê ya Hesekê 2 bernameyên zanekirinê ji bo ciwanên herêmê li dar xist.
Çalakiya yekemîn bi beşdariya gelek ciwanên herêmê, semînerek li ser jiyan û têkoşîna Rêber APO hate lidarxistin. Semînera ku ciwanan bi balkêşî lê guhdarî kir, bi pirs û nîqaşên li ser têkoşîna Rêber APO ya ji bo jin û gelên bindest berdewam kir. Çalakî bi dirûşmeyên “Bîjî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.
Çalakiya duyemîn jî di çarçoveya pêngava “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de semînerek li ser pêşxistina xweparastinê ya jinan a li dijî tundî û zayendperestiya li ser wan tê kirin bû. Di semînera ku gelek jinên ciwan lê amade bûn de jinan zayendperestiya ku jiyan kirine anîn ziman û diyar kirin ku yekane çareserî xweparastina xurt e.
Til Temir
Jinên Ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Til Temir a Hesekê bi beşdariya gelek jinên ciwan çalakiyeke hişyarkirinê li dar xistin. Di çalakiyê de zehmetiyên jinên ciwan ên di nava civakê de rû bi rû dimînin, zayendperestî, tundî û hedefkirina jinên ciwan ji aliyê dijmin ve hat nîqaşkirin.
Jinên ciwan ên beşdarî çalakiyê bûn, dijminatiya zîhniyeta serdest a mêr bi mînakan ji jiyana xwe anîn ziman. Piştre çalakî bi nîqaşên li ser rêbaza bi bandor a têkoşîna li dijî van êrîşên li dijî jinên ciwan bi dawî bû.
Til Koçer
Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Til Koçer a bajarê Hesekê ji bo ciwanên herêmê semîner û bernameya nîqaşê bi mijara “Rola Ciwanan di Şerê Gel ê Şoreşgerî de” li dar xist.
Di çalakiya ku gelek ciwanên herêmê amade bûn, li ser pêwîstiya şerê gel ê Şoreşgerî û her wiha helwesta ciwanan û di vî şerê ku çarenûsa gel pê ve girêdayî ye, çi dikarin bikin, nîqaşên kûr hatin kirin.