NAVENDA NÛÇEYAN- Jineke ciwan ya 18 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ya binavê Mobîna Zeynî Wend bi hinceta ‘parastina namûsê’ ji aliyê bavê wê ve hate qetilkirin.
Bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan (18) ya binavê Mobîna Zeynî Wend bi hinceta ‘namûsê’ ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin.
Rêxistina mafên Mirovan ya Hengaw têkildarî mijarê got; “Mobîna Zeynî Wend, keçeke ciwan ya 18 salî ku ji gundê gundê Gurzlenger ya girêdayî bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, duh êvarê ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin.”
Her wiha rêxistinê ragihand ku navê kujer R.X. (65) ye û bi çeka nêçîrê keça xwe di mala xwe de qetil kiriye.