SWÎSRE – Tevgera Ciwan ên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) banga ji bo meşa dirêj kirin ku wê di 31’ê Tebaxê de li Lozana Swîsreyê dest pê bike û li Cenevreyê bi dawî bibe.
Ciwanan bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ji bo tevlîbûna meşa dirêj a ku tê plankirin bibe mîtînga li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê dawî bibe û bal bikşîne tecrîda li ser Rêber APO.
Ciwanên ku ji bo meşa di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bangawazîya tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku ev 42 meh in tu agahî ji Rêber APO nayê girtin û anîn ziman ku ku ew ê ji bo vê bimeşin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bibe ewê her li qadan