QAMİŞLO- Balafirek bê mirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, îro di saetên nîvro de li kêleka Navenda Poste û Peywendiyan û geraca otobusan a taxa Enteriye ya rojhilatê bajarê Qamişlo wesayîtek bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de jina bi navê Xalide Mihemed Şerif a 40 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî şehîd bûn.