QAMIŞLO – Îro danê sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo derbarê rola ciwanan di şerê gelê şoreşgerî de komxebatekî li darxistin.
Komxebat bi beşdariya dehan ciwanan li navenda PYD ya taxa Kornîş pêk hat.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo axaftin li ser şerê gelê şoreşgerî û erkên demê yên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina dagirkeriyê li ser axa xwe hat kirin.
Piştî wê sînevîzyonên li ser şerê gelê şoreşgerî û nirxandinên Rêber Apo derbarê wê hatin temaşe kirin. Nirxandinên Rêber Apo li ser şerê gelê şoreşgerî jî hatin xwendin.
Piştre nîqaş ji pêkhate re hat vekirin. Ciwanan pêwîstî bi perwerde ji hemû milan ve weke bingehê esasî yê amadekirina ji bo şerê gelê şoreşgerî nirxandin.
Di dawiyê nirxandinên de encamnameyê komxebatê hat xwendin.
Her wiha, ciwanekî kurd ji bo rakirina erkê xwe yê welatparêziyê soza tevlîbûna di nava refên gerîla de da.
Komxebat bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” bi dawî bû.