HESEKÊ– Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca nîqaşkirina rola ciwanan di ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ de li Navenda Ciwanan hatin cem hev.
Di civînê de Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Cizîrê Brûsk Elî axivî û girîngiya ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ di serkeftina şoreşan de bi bîr xist û diyar kir ku divê Tevgera Ciwanan di pêvajoyeke wiha krîtîk de bi erk û berpirsyariyên xwe bizanibe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Brûsk Alî bal kişand ser plansaziyên ku di konferans û kongreyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û pêkanîna Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî hatine derxistin û got, “Divê em di zûtirîn dem de ji bo pêkanîna planên xwe bikevin nava tevgerê. Bêguman hemû plansazkirin wê di serî de xizmeta Tevgera Azadiyê û ya Rêber APO bike. Her wiha xebatên ku em ê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî bidin meşandin wê li gel berxwedanê serketinê jî bi xwe re bîne.”
Elî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ji ber vê yekê divê em li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî û fikrên Rêber APO de civakeke rêxistinkirî ava bikin.”
Piştre beşdaran îşaret bi pêwîstiya pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina destkeftiyan kirin.
Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.