NAVENDA NÛÇEYAN – Bangên ji bo Meşa Dirêj a di navbera 15-20’ê Îlonê de li Elmanyayê bê lidarxistin berdewam dikin.
Ji bo azadiya Rêber APO banga tevlîbûna çalakiya Meşa Dirêj a ku wê di 15-20’ê Îlonê de ji bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê destpê bike û bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de li Dûîsbûrgê bi dawî bibe, bê navber dewam dikin. “.
Xebatên çalakiya Meşa Dirêj a ku wê bi pêşengiya ciwanên Kurd û Enternasyonalîst bê lidarxistin, dewam dikin.
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj herî dawî bi daxuyaniyekê dest bi xebatên xwe kiribû.
Di dîmenê bangawaziyê ya ku îro ji aliyê komîteya amadekar ve bi 6 zimanên cuda hate weşandin de wiha hate gotin: “Ji bo azadiya Rêber APO Tevlî Çalakiya Meşa Dirêj bibin.”
Vîdeoya ku bi beşên çalakiyên “Meşa Dirêj” hat amadekirin bi kurdî, tirkî, almanî, fransî, îngilîzî û îtalî hat weşandin.
Rêwîtiya çalakiya ku wê roj bi roj dewam bike wiha ye;
15.09.2024 – Civîn – Herbert Hinnendahl-Strasse 11, 33602 Bielefeld
15.09.2024 – Roj 1 – Konferansa Ji Bo Rêber APO
16.09.2024 – Roja 2 – Bielefeld
17.09.2024 – Roja 3 – Hamm
18.09.2024 – Roja 4 – Dortmund
19.09.2024 – Roja 5 – Essen
20.09.2024 – Roja 6 – Duisburg
Ji bo ragihandinê;
Mail: [email protected]
Instagram: @mesadirej2024
Telegram: @mesadirej2024
TikTok: @mesadirej2024