DRAGUIGNAN – Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê bi pêşengiya endamên CKF (Ciwanen Kurdistani en France) meşek hat lidarxistin. Ciwan ji bo Rêber APO ê ku di pergala qirkirina Îmraliyê de dîl hat girtin û 42 mehin agahî jê nayê girtin daketin qadan û tecrîda li ser Rêber APO protesto kirin.
Her wiha ciwanan êrîşên dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya planên dagirkerî û îlhaqa li ser Başûrê Kurdistanê û xeta xiyanetê ya PDK’ê şermezar kirin.
Di çalakiya ku li ber Dragûîgnan La Poste destpê kir û heta avahiya walîtiyê dewam kir, timî dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Ji Rêber APO re azadî” bi zimanê Fransî hatin qîr kirin.
Girseya gel hat ber walîtiyê û ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girt û piştre daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê ciwanan Şahîn Wan axivî û got,
“Heta ku tecrîda li ser Rêber APO rabe, em ê ciwanên Kurd ên li Ewropayê her tim li qadan bin. Çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêber APO ye.” Şahîn Wan, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û got, “Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sûcên şer dike. Bêyî ku mafên navneteweyî bide mirovan ji malên wan koçber dike. Her çiqas mafê wan tune be jî nuqteyên kontrolê ava dikin. Divê gelê Başûr li dijî vê yekê rabe ser piyan û xwedî helwest be.”
Di çalakiyê de pankartên “Dawî li dagirkeriya Tirk bînin” û “Ji Rêber APO re azadî” bi alên Fransa û Rêber APO hatin hilgirtin.
Şahîn Wan, şehîdên Çapemeniya Azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’ê Tebaxê de di encama êrîşa Sîha ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bibûn, bi bîr anî û got,
“Şehîd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn weke du stêrkên ku li Kurdistanê dibiriqin. tarîtiya bêdawî ya heqîqet û hêviyê, di kûrahiya erdnîgariya ku lê dijîn de parastina azadiyê kirin. Li hemberî sîbera zulm û xiyanetê pênûs û kamerayên xwe wek ronahiyek hilgirtin; Ew bûn meşaleyên ku tarîtiyê ronî dikin û berxwedan û wêrekiyê nîşan didin,”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.