NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên welatparêz ragihandin ku ji bo têkoşîna Rêber APO ya û pergala Îmraliyê bi awayekî herî baş ji gelê Kurd re vebêjin, li Bakurê Kurdistanê pêngava “RABE GELÊ KURD” dane destpêkirin. Ciwan, di çarçoveya vê kampanyayê de, bi armanca zane kirin û gelê Kurd rakirina serhildanê wê çalakîyan lidarbixi.
Ciwanên welatparêz çalakiya yekemîn a kampanyayê li Edeneyê li dar xistin û bang li her kesî kirin ku tevlî vê pêngavê bibin. Di çarçoveya vê pêngavê de li taxên Daglioglû, Gulbahçesî, Karasu, Yuregîr, Sariçam, Barbaros, Şakirpaşa, Çukurova û Kuçukdîkîlî yên navçeya Seyhana Edeneyê 1000 nameyên bi mijara tecrîda li ser Rêber APO hatine nivîsandin, li malên Kurdan hatin belavkirin.
Naveroka nameyê wiha bû:
“Rêberê Gelan Serok APO, 26 sal in di girtîgehê de ye û ev 42 meh in di tecrîda girankirî de tê girtin û agahî jê nayê girtin. Em gelê Kurd û ciwanên Kurd ji bo azadiyê vedixwînin serhildan û berxwedaneke bi rûmet. Ya divê neyê jibîrkirin ku bêyî misogerkirina azadiya fîzîkî ya RÊBER APO, gelê Kurd nikare azad jiyan bike.”
“RABE GELÊ KURD”
Ciwanên welatparêz piştî daxuyaniya nivîskî ya derbarê pêngava ku dane destpêkirin de, bi dîlana gerîla û fîşekên hewayî berxwedana gerîla silav kirin.
Daxuyanî wiha ye:
Ji gelê Kurd û raya giştî re:
“Em radigihînin ku weke ciwanên welatparêz, me li Edeneyê xebatên xwe ji nû ve aktîv kir û dest bi kampanya “RABE GELE KURD” kir. Di çarçoveya kampanyayê de emê gelê Kurd zane bikin û li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşin. Em dixwazin diyar bikin ku rastiya dijmin hê jî heye û heta ku serkeftin pêk neyê wê bi dawî nebe.
Em ê tekoşîn û felsefeya Rêber APO bi awayekî herî baş ji gelê Kurd re rave bikin û vexwînin têkoşîna azadiyê. Em dixwazin diyar bikin ku heta ku Rêbertiya gel azad nebe ti gel azad nabe.
Em gelê Kurd ji bo Rêber APO ku 42 meh in bi awayekî fîzîkî dîl tê girtin û agahî jê nayê girtin vedixwînin serhildanê.
Bijî Serok APO
Bê Serok Jiyan Nabe
Bijî Têkoşîna Ciwanan”